23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Di êrîşa terorê ya li Gazîentabê ya dijî şeva heneyê da ku bibû sedema mirina 54 kesî, gelek xizmên bûk û zava mirin. Xwediyên dawetê destnîşan kirin ku ew ji ber çalakiyên provokatîf ên li merasima cinazeyê zahf li ber xwe ketin.
Biraziyê bûk û zavê Metîn Akdogan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku piraniya qurbaniyên êrîşa terorê eqrebayên wî bûn û bûk û zava jî kurmam û dotmam in.
Akdogan got ku provokasyonên li goristanê û yên li merasima cinaze nayên qabûlkirin û wiha dewam kir, "Ciyê ku cinaze lê ye, qada xwepêşandanê nîne. Li merasima cinaze dia tê xwendin û nimêj tê kirin. Li van merasiman propaxandaya nêrînên siyasî nayê kirin."
Akdogan bal kişand ku ew bi xwe jî hin xwepêşandêrên provokatîf nas nakin û wiha pê da çû:
"Tu eleqeyeke me digel partiyên werganî çênebûye. Ji sedî 90î xwepêşandêrên ku ji bo provokasyonên hatibûn, ez nas nakim. Tu xwepêşandêrek eqrebayê me nîne, ji derva hatine. Ma tiştekî wiha li me tê? Em lawên heman wetanî ne. Ew polês seba ku me biparêzin hatine wir, ne ji bo ku bibin armanca keviran. Eybeke mezin kirin."
- "Mêrik hatiye ji wê derê îşaret dike"
Akdogan diyar kir ku ew kesên qala wan tê kirin ji bo di merasima cinaze proveke bikin û miletê berî hev bidin hatine û wiha pê da çû: "Em li vê derê partîzaniyê nakin. Em hewl didin ku cinazeyên xwe defin bikin, em bi êş in. Ji malbata me bavê min, 2 xwîşk û biryayên min û bi dehan eqrebayên min hatine kuştin. Zarokên metên min, apê min hatine kuştin. Mala mêrik xera bûye xema wan e? Mêrik hatiye li wê derê îşaretê dike. Kezeba min peritiye çi xema mêrik e? Heke ku tu hatibî cinaze divê tu bi edeba xwe bizanibî."
- "Bila tu kes neyê xapandin"
Akdogan dia kir ku bila yekîtî û bihevratiya gel perçe nebe û wiha dewam kir: "Em bi hev ra welat in. Heke em perçe bibin ev bi kêrî tu tiştekî nayê. Gelo teqandina vê bombeyê di nav xwe da kîjan armancê dihewîne? Bi tenê armanceke vê heye û dixwazin me berî hev bidin. Hedê kê ye ku bibêje ev tirk e, ev kurd e û me ji hev cihê bike. Em li vê derê bi hev ra ne û yek in. Xwedê yekîtî û bihevratiya me xera neke. Em hemû zarokên vî welatî ne. Ew dixwazin me berî hev bidin lê bila tu kes neyê xapandin."