Abdullah Tel
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk 79 sal berê di 10ê sermaweza sala 1938an da çû dinya wî alî.
Ji bo bîranîna Ataturk merasima li ber Abîdeya Komarê ya Taksîmê bi danîna çelengan va dest pê kir. Ewilî Walîtiya Stenbolê û paşê bi dor Fermandariya Artêşa Yekemîn, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Baroya Stenbolê, serokên partiyên siyasî yên bajêr, saziyên civakî yên sivîl û komeleyên xaziyan çeleng danîn.
Piştî çeleng danînê di saet 09.05an bi lêxistina sîrenê va li Qada Taksîmê mirov ji bo rêzdariyê li civê xwe sekinîn. Welatiyên ji wir derbas dibûn esnaf, xebatkar û tûrîstan jî tevlî kesên beşdarî merasimê bûn rêz nîşan dan.