Piştî ku DÎŞIya rêxistina terorê ji Kobanêyê paş ve kişiya, komeke dora 600 kesî ya ku ji kurdên sûriyeyî pêk tê, ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vegeriyan welatê xwe.
Piştî paşvekişîna DÎŞIya rêxistina terorê kurdên kobanêyî vedigerin Kobanêyê.
Komeke dora 600 kesî yên li Şanliûrfa û bajarên li hawirdora wî bi wesayîtên xwe hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û vegeriyan welatê xwe.
-"Nêzî 6 welatiyên Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe"
Qaymeqamê Sirûcê Abdûllah Çîftçî daxuyaniyek da rojnamevanan û bi bîr xist ku navenda piraniya Kobanêyê û gundên wê ji destê DÎŞIyê hatin xilaskirin.
Çîftçî got piştî ku DÎŞI paşvekişiya hin kesên ku ji wê herêm hatin xwestin ku vegerin welatê xwe û wiha axivî: "Em Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji bo welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin ku vegerin welatê xwe, vekirî dihêlin."
Çîftçî bal kişand ku di vê mijarê de ji ber rewşa li aliyê de dibe ku hin pirsgirêk derkevin û da zanîn ku tehrîbata li bajêr zêde ye.
Çîftçî da zanîn li bendê ne ku gelek kes vegere Kobanêyê û diyar kir ku îrô komeke dora 600 kesî vegeriya welatê xwe.
Çîftçî destnîşan kir ku ji bo kesên ku bi dilê xwe vedigerin welatê xwe tu pirsgirêkan dernaxînin û wiha axivî: "Heta niha nêzî 6 hezarî kes ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vegeriyan Kobanêyê. Tabî em li bendê ne ku ev jimar bi germbûna hewayê û kêmbûna şertên zivistanê zêdetir be. Mirov bi wesayîtên xwe tên û dixwazin ku derbas bibin. Her malbat demildest dixwaze ku vegere û li mal û eraziya xwe xwedî derkeve. Em vê yekê normal dibînin. Em her cure arîkariyê didin kesên ku vedigerin."