Önder Beyter
06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2019
KARS
Li Sariqamişa navçeya Qersê welatî ji bo meşa ku dê di çarçoveya çalakiyên 104emîn salvegera Operasyona Sariqamişê da were lidarxistin, kom dibin.
Ji gelek parêzgehên Tirkiyeyê û dervayî welêt, çi ciwan çi navsale gelek welatiyan destê sibehê bi durişma "Nifşa Asim di meşa sedsalê da ye" dan ser rê da ku beşdarî çalakiya "Tirkiye Ligel Şehîdên Xwe Dimeşe". Welatî ji bo vê jî li Sariqamişê li Zîrveya Kizilçubukê ku dikeve navbera Soganli û çiyayên Allahuekberê hatin cem hev.
Ligel sir û sermayê welatî bi eleqeyeke mezin û germ beşdarî wan çalakiyan dibin ku di çarçoveya 104emîn salvegera Operasyona Sariqamişê ku di Şerê Cihanê yê Yekemîn da artêşa Osmanî ya ku serfermandarê wê Enver Paşa bû, ji bo rizgarkirina xaka di bin dagiriya Ûris da dabû destpêkirin, lêbelê tê da 90 hezar esker şehîd bûbûn da tên lidarxistin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî beşdarî meşê dibin.
Nazîme Toptaşa 65 salî jî diyar kir ku ew beşdarî meşê bûn û wiha axivî, "Em seba şehîdan dijîn, em ê seba wan bimirim, ez ji bo wan li vê derê me. Ez 65 salî me û ez ji Stenbolê hatim. Em ji bo wan dia dikim."