29 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, duh li ser herêma Sinath-Haftanîna bakurê Iraqê harekata esmanî hat kirin û du hedefên PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin îmhakirin, îro jî li ser herêma Metînayê harekata esmanî hat kirin û çar hedef hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniya ku ji sererkaniyê hat dayîn, jetên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser îstixbaratê di navbera saet 08.30-08.40î da operasyon bir ser herêma Metînayê.
Di harekatê da 4 hedefên ku ji kozika çekan, parêzgeh û şikeftan pêk tên, hatin îmhakirin.
Ji aliyekî din va jî li ser îstixbaratê duh jî di navbera saet 14.15-14.45an da li ser herêma Sinath-Haftanin operasyona esmanî hat kirin.
Di harekatê da du hedefên ku ji kozika çekan û parêzgehê pêk tê, hatin îmhakirin.