Fatih Gazioğlu
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan Recep Tayyîp Erdogan li ser daxwaza xwendekarekî çû wargehekê û paşîva xwe bi xwendekaran re xwar.
Li gor agahiyan, xwendekarekî li ser hesabê xwe yê twîtterê Serokomar re nivîsî û got 'Birêz Serokomarê me, hûn dikarin şevekê jî bên Wargeha Huseyîn Gaziyê û bibin mêvanê me û em bi hev ra paşîvê bixwin?" Serokomar Erdogan jî li ser vê dawetê wiha bersiv da: "Eger çaya wê amade be, eva ez têm."

Serokomar Erdogan piştî demekê çû wargehê û bi xwendekaran re hat bal hev. Gungor Atakê xwendekarê Fakulteya Hekîmiya Diranan yê Zanîngeha Yildirim Beyazitê li ber derî pêşwaziya Serokomar kir.

Serokomar Erdogan bi xwendekaran re bêhnekê sohbet kir û bi wan re wêne kişand. Erdogan der heqê bêşên lê dixwînin û bajarên jê hatine ji xwendekaran hin pirs kirin.
Serokomar Erdogan piştî paşîvê ji xwendekaran re axavî û meha wan ya Remezanê pîroz kir.
Erdogan got ew ji ber vê ziyaretê gelekî kêfxweş bûye û wiha dewam kir:
"Min wargeha we gelekî eciband. Kapasîteya wargeha we bi qasî hezar û 44 kesî ye. Înşellah hûnê li vê derê rojên xweş û biserkeftî derbas bikin. Xwedê alîkarê we be. Daxwaza min ji we dînamîzm e. Nebêjin 'gelo', bêjin 'em ê bikin.' Ewladên vî wêlatî dikarin bikin. Pêşeroj ya me ye înşellah."
Ziyareta Serokomar li ser hesabê fermî bi bernameya "Scope" zindî hat weşandin.