Elif Orhan
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Arîkarê Serokê Giştî yê MHPê Celal Adan got ku "Gotina 'Hilbijêrên Kurd deng nadin MHPê' rastiyê de sûc e. Zimaneke cudaxwaz, nijadperest e. Dozger teqez dibê bibin talîbê peywirê der heqê van de tehqîqatê bidin destpêkirin."
Arîkarê Serokê Giştî yê MHPê Adan bi Serokbajêrê Stenbolê Bîrol Gul re bi namzedên parlementeriyê yên herêma 2yemîn ên Stenbolê yên MHPê re li Navenda Hilbijartinê ya Teşkîlata Şîşliyê ya Stenbolê ya partiya xwe li ser mijarên di rojevê de civîn kir.
Celal Adan wiha axivî:
"Yekî din radibe dema ku xeyalên wan ên der barê namzedên hevpar ên muhtemel şikestin gotin ku 'Hilbijêrin Kurd deng nadin MHPê' û bêbextiyên namerdane dikin. Li televîzyonan car carna berdevkê PKKê xwe vedişêrin, rastiya xwe de gotina 'Hilbijêrin Kurd deng nadin MHPê' sûc e. Zimanekî cudaxwaz, nijadperest e. Dozger divê bibin talîbê peywirê, der heqê van de tehqîqatê vekin."