Elif Orhan
18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peywira avakirina Hikûmeta 64emîn da Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu.
Serokomar Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê Davutoglu qebûl kir. Çapemeniyê nekarî ku hevdîtinê bişopîne û hevdîtinê 40 deqîqe berdewam kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu bi avakirina hikûmeta 64emîn peywirdar kir.