Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Hêviyên ji bo Iraq û Sûriyeyê mezin in. Loma jî ez qîmetê didim hevdîtina me. Li ser navê xwe û gelê xwe ji bo îradeya ku nîşan didin sipas dikim."
Erdogan di roja 2yemîn a G20ê da ku li Navenda Konferansê ya Messe ya Hamburgê tê kirin bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra civiya.
Di hevdîtinê da Mehmet Şimşekê Alîkarê Serokwezîr, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Nîhat Zeybekciyê Wezîrê Aboriyê, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, Hakan Fîdanê Misteşarê MÎTê û Îbrahîm Kalinê Berdevk û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê hazir bûn.

Serokomar Erdogan di destpê da bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê yên li herêmê tesîrên erênî çêdike.
Erdogan destnîşan kir hêvidar e hevkariyên di warê tûrîzm, pîşesaziya parastinê û aboriyê da wê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê xurt bike û wiha got: "Beriya her tiştî ji bo Iraq û Sûriyeyê mezin in. Loma jî ez qîmetê didim hevdîtina me. Li ser navê xwe û gelê xwe ji bo îradeya ku nîşan didin sipas dikim."
Hevdîtina Erdogan û Putîn pey ra ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.