Sevim Hatun
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
SEUL
Serokê DYAyê Donald Trump piştî ziyaretên li Japonyayê derbasî Koreya Başûr bû.
Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jaein, li baregeha Esmanî ya Osanê ya 70 kîlometre dikeve aliyê başûrê paytext Seulê Trump pêşwazî kir.
Hat diyarkirin ku Trump wê Camp Humphreysa baregeha eskerî ya DYAyê ya li vir ziyaret bike. Li vir wê firavîn bê xwarin û piştre rayedarên eskerî yên herdu welatan birifîngê bidin Trump.
Trump wê piştre derbasî Seulê bibe. Li Qesra Hêşîn a li vir wê ji bo Trump merasimek bê çêkirin. Piştî merasimê serokên DYA û Koreya Başûr hevdîtinê bikin.