Abdullah Tel
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ÇANAKKALE
Li Lapsekiya navçeya Çanakkaleyê mêşineka zer a di carekê da 5 berx anî.
Li gor agahiyên hat hildan Îsmaîl Kocaerenê 63 salî ku bi salan e pêz xwedî dike çenda sal berê mêşineka zer kirî. Mêşinê di sala ewil da 2 berx, di sala duyemîn da 3 berx, di sala çaremîn da jî 4 berx anî.
Îsal yanî di sala pêncemîn da jî za û 5 berx anî. Kocaeren û malbata wî jî li hemberî vê rewşê heyrî man.
Kocaeren, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mêşina wî her sal ji sala berê zêdetir berxan tîne û wiha pê da çû: "Îsal 5 berx anî. Dema zayînê dest pê kir yek, duro, sisê, çar û heta pêncan dewam kir. Hemû mîna têjikê pisîkê ne. Mêşina zer ji 3 berxan kêmtir nazê. Heba berxan bi 150-200 lireyî tê firotin. Ez berxan nafiroşim. Ez mîna zarokên min in ji berxan hez dikim û divê li ber destê min mezin bibin."
"