27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
ANKARA
"Îstanbul Photo Awards”a pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî, cara sêyemîn e ku wê bi destê Ajansa Anadoluyê were lidarxistin. Ji bo pêşbirkê serlêdan di 1ê mijdarê da dest pê dike.
Serlêdanê heta 31ê rêbendana 2017an bidome û li ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê were kirin.
Ajansa Fona Danasînê ya Serokwezîriyê û Tevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) piştgiriyê dide pêşbirkê û Rêhewaya Tirk jî sponsorê rêhewayê yê fermî ye. Di pêşbirkê da ji bo heyşt kategoriyên cuda cuda û ji bo kategoriya "Wênekêşê Ciwan" bi tevahî 133 hezar dolar xelatê were dayîn. Yekemînên her kategoriyê wê 8 hezar, duyemînên 5 hezar û sêyemînên jî 3 hezar dolar xelat hilde.
Di pêşbirkê da ji nav yekemînên kategoriyan jî wê "Wêneya salê" were bijartin û 10 hezar dolar pere qezenc bike.
Ji bilî kategoriyan, îsal wê cara ewil xelata 3 hezar dolarî ya "Wênekêşê Ciwan" bidin wênekêşekî ku emrê wî hê nebûye 28.
Encamên pêşbirkê wê dawiya meha adarê da werin îlankirin.
Pêşbirk ev du sal in tê lidarxistin û li giştiyê dinyayê gelek wênekêşên profesyonel eleqeyeke mezin nîşanî pêşbirkê didin. Di pêşbirka sêyemîn da kategoriyên nû lê hatin zêdekirin.
Ahmet Selê Rêvebirê Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê der barê mijarê da agahî da û destnîşan kir ku îsal hejmara ketagoriyan derxistine 8an û wiha got: "Wek mayîn ji bo nûçegihanên wêneyan ên ji 28 salî biçûktir 'Xelata Nûçegihanên Ciwan' heye û piştgiriyê didin yên ciwan."
Sel destnîşan kir ku bi kategoriyên teze naveroka pêşbaziyê dewlemend bûye û wiha got: "Bi kategoriyên teze em dixwazin Istanbul Photo Awards bigihêje nûçegihanên wêneyan ên profesyonel û berfireh bibe."
Ahmet Sel diyar kir ku hêviya wan ew e ku îsal xebatên hêja tevlî bernameyê bibin.
- Malpera Istanbul Photo Awardsê hat tezekirin
Esra Kîreçciya Dîrektora Ragihandina Saziyê ya AAyê der barê malpera "Istanbul Photo Awards"ê ya tezekirî da agahî da.
Kireççiyê wiha xeberda, "Emê Istanbul Photo Awardsê ku pêşbirka me ya Navneteweyî ya Wêneya Nûçeyê ye ji bo sêyemîn car li dar bixin. Serîlêdanên me dê di 1ê mijdarê da dest pê bike. Me rûberga Weba xwe guherand. Der heqê serîlêdanê da her cure agahî dê li ser malperê be û herwiha serîlêdan jî dê li ser heman rûberga me were kirin."
Kireççiyê bal kişand ku hêviya wan heye ku îsal jî ji seranserê dinyayê beşdariyeke xurt çêbe û herwiha ev du sal in endamên juriya wan pir xurt in, navdar in û ewê di kurtemaweyekê da juriya îsal jî rabigihînin.
- Kesayetên ku di warê wêneyê da serkeftî ne di juriyê da ne
Di juriya par a "Istanbul Photo Awards"ê da van kesan cî girtibûn: Rêveberê Getty Imagesê Georges De Keerle, Dîrektorê Navenda Wêneyan a Şanghayê û xwediyê xelata Pulitzerê Liu Hung Shing, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan a AFPyê Michel Scotto, xwediyê xelata World Press Photoyê Guillaume Herbault, Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan a AAyê Firat Yurdakul, muxabîrê wêneyan Laurent Van der Stockt ê ku li tevahiya dinyayê navdar e û ev 25 sal in hema hema hemû şer û cengên li dinyayê di cî da şopandiye, Edîtorê Wêneyan ê Newsweekê James Wellford ê ku ji aliyê Yekîtiya Wênekêşên Çapemeniya Neteweyî ya DYAyê va wekî "Edîtorê Salê yê Wêneyan" hat hilbijartin, Dîrektorê Wêneyan ê rojnameya Le Mondeê Nicolas Jimenez, xwediyê xelata Pulitzerê Daniel Berehulak ê ku xwediyê xelata "Wêneya Salê ya Istanbul Photo Awards 2015"ê ye.
- Wênekêşên nûçeyan ên herî baş serî lê dixin
Sala par di “Istanbul Photo Awards”ê da di pêşbaziya wêneya xeberan a navneteweyî da wêneya Abd Doumany a bi navê "Qêrîna Alîkariyê ya Zarokên Sûriyeyê" xelat sitandibû. Wêneya Sergey Ponomarev a ku di pêşbaziya xeberan da xelat sitandibû paşê di Xelatên Pulîtzerê da jî xelat sitandibû.
- Wêneyên ku xelat heq kirin di pêşengehên li welêt û dervayê welêt tên pêşandan
Wek mayîn piştî Pêşbaziya Wêneyên Xeberan a Navneteweyî ya “Istanbul Photo Awards 2016”an li welêt û dervayê welêt pêşengeh tê vekirin.
Pêşengeha ewil a pêşbaziyê pêşiyê li CerModerna Navenda Huneran a Enqereyê paşê jî li Muzeya Wêneyan a Stenbolê hat vekirin.
Li dervayê welêt jî li MuseumsQuartîera Wiyanayê û Enstîtuya Yunus Emreyê ewê di 1ê mijdarê da li Avahiya Navenda Gişkî ya Neteweyên Yekbûyî a li New Yorkê pêşengeh bê vekirin.