Serokwezîr Ahmet Davutoglu daxuyand ku qasî 700 hezar kes wê bikaribin ji leşkeriya bibedel îstifade bikin û wiha got: "Serîlêdanên leşkeriya bibedel wê ji 1ê çileya paşîn a 2015an pê ve dest pê bike. Ji bo niha teqsît tune."
Davutoglu piştî civîna Koma TBMMyê ya AK Partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Davutoglu li ser pirsa 'çend kes wê bikaribe ji leşkeriya bibedel îstîfade bike' got ku qasî 700 hezar kes wê bikaribin ji leşkeriya bibedel îstifade bikin û hejmara rastîn wê pişt re bê eşkerekirin.
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Ji 1ê çileya paşîn a 2015an pê ve yên ku ketine 28 saliya xwe an jî 27 salên xwe temam kirine bikaribin serî lê bidin. Ji bo niha teqsît tune."