Fatih Gazioğlu
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Shakîraya stranbêj a bi eslê xwe ji Libnanyê ye û welatiya Kolombiyayê ye li Stenbolê konser da.
Shakîraya hunermenda nûnera muzîka Latîn di çarçoveya "El Doradoya Turneya Dinyayê" de duh li Stada Vodafone Parkê derkete sehneyê.
Shakîraya hunermend bi organîzasyona BKMê derkete sehneyê wê bi Tirkî ji heyranên xwe re got "Merheba Tirkiye" û slav kir.
Shakîra qasî 2 saetan li ser sehneyê me û wiha got: "Ez bi dîtina we gelek kêfxweş bûm. Ez bona mêvandariya wê spas dikim. Ev demek dirêj bû ez nehatibûm. Ev hemû bi saya dostaniya wê çêbû. Îro ez bi saya wê li vê derê me. Ez careke din we dibînim."
Hunermendê di konsera xwe da stranên wê yên navdar "La La La", "Waka Waka" û "Whenever Wherever" jî tê de ji albûmên cuda gelek stran gotin.