Abdullah Tel
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
KARS
Li Qersê 3 şivan ji ber hewaya sar, berf û pûkê li zozanan mehsûr man û ji hêla cenderme, ekîbên Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) û Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) va hatin xilaskirin.
Ji gundê Çigirgana ser navendê 5 şivanên dîtin ku hewa xweş û bi tav e û li ser vê jî mêşinên xwe ji bo çêrê birin zozanan. Lê berê êvarê berf û pûkê lê kir û şivan tevlî keriyên xwe li wir mehsûr man.
Ji nav wan 2 şivan bi derfetên xwe gihîştin gund û xeber dan şêniyên gund. Gundiyên ku bi derfetên xwe nikaribûn derkevin zozanan jî ji cenderme alîkarî xwestin.
Li ser vê ekîbên AFAD, UMKE û cenderme sewqî gund kirin. Ekîbên ku bi wesayîtên bipalet derketin zozanê û xwe gihandin şivanan.
Hersê şivanên mehsûr hatin xilaskirin û 20 mêşinên hindik mabû ji sermayê biqefilin jî ji hêla xwediyên wan va hatin serjêkirin.