Sevim Hatun
15 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
BATMAN
Li Kozlûka navçeya Batmanê, di operasyona ser terorîstên PKKyî da, stargeheke dirêjiya wê 15 mîtro hat tespîtkirin.
Walîtiya Batmanê ragihand ku ji bo pêkanaîna ewlehiya can û malê gel, ji bo qadeke aram, operasyonên li hemberî PKKya rêxistina terorê dewam dikin.
Hat diyarkirin ku Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr li nêzî Gumuşorguya gundê ser Kozlûkê operasyon li dar xist û li vê derê stargeheke dirêjiya wê 15 mîtro tespît kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di lêgerînê da pîl, 10 metre qabloya sifir, palaska, bêr, torsîl, kêr, titûn, pelên mêwa, şorbe, 5 torbe meqarne, 2 qûşxaneyên vala, defter, 5 kîlo rîçal tevî dokûmanên rêxistinê hatin desteserkirin."
Ji bo ewlehî û aramiya gelê herêmê wê operasyon bi biryardarî û bêyî navber dewam bike.