15 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Li Sultangazî û Gazîosmanpaşaya navçeyên Stenbolê di operasyona li hember terorê de 8 kes hatin girtin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna li Hember Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ji bo ku şikbarên tê îdiakirin ku di 15ê tebaxê û beriya wê de beşdarî çalakiyên dereqanûnî bûne bên girtin, bi alîkariya hêzên taybet ve li navçeyên Sultangazî û Gazîosmanpaşayê operasyoneke hevdem kirin.
Di operasyonê de 8 kes hatin girtin.
Li mala şikbaran û cihên ku nîşan dan 4 demançeyên bêruhsat, 2 tivingên nêçîrê û 259 fîşeng hatin dîtin.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê ew birîn Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê.