19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin û di çarçoveya operasyonan da li serê darekê birca çavdêriyê ya ji qirş û brandayê çêkirî ku lê hêzên ewlehiyê dihatin şopandin, hat tespîtkirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û ragihand ku Fermandariya Cendermeyan ya Bajêr di nav sînorên mulkî yên navçeyên Lice û Haniyê da operasyon li dar xist.
Di operasyona ku 15ê Cotmehê roja duşemiyê di saet 22.00yî da bi beşdarbûna cendermeyên hereketa taybet, cendermeyên komando, tîmên hereketa taybet a polêsan û gundparêzan va dest pê kiribû di saet 03.00an da bi serfirazî çû serî.
Di encama operasyonê da bi alîkariya welatiyan 15 stargeh û 2 holik hatin tespîtkirin û ew hatin xerakirin.
Li keviya rêya Hanî-Aşagituraliyê 20 kîlo teqemeniya veşartî û di nav du bîdonên plastîk da jî 10 kîlo teqemeniya bidestçêkirî ya ku bi hev ra girêdayî bûn ji hêla pisporên teqemeniyê va hatin îmhekirin.
Di encama operasyonê da gelek pîl, 11 jê mezin 19 tup, serên tupan, 40 qutiyên rûnên çekpaqijkirinê, 250 mêtre branda, 500 mêtre xortima avê, 5 mêtre laylon, 4 bêr, 10 bandên koliyê, 4 das, 12 betanî û gelek amûrên ji bo jiyanê hewce dikirin hatin bidestxistin.
Amûrên ku wek delîl tên hesibandin hatin muhafezekirin û yên din jî li ser telîmata serdozgeriyê li cihê hatine dîtin hatin îmhekirin.
Ji bo hizûr û ewlehiya welatiyan xira nebe operasyonên ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da tên kirin wê dewam bikin.