13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Beriya hewla derbeya xayîn ya 15ê Tîrmehê û piştî wê tevkariya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û PKKê xwe di daxuyanî û çalakiyan da jî dide der.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê da hev, daxuyanî û kirinên beriya 15ê Tîrmeha 2016an û piştî wê, didin nîşan ku rêxistinên terorê PKK û FETO ji aliyê armancê va dişibin hev û ji bilî vê şibandinê ji bo ku bigihêjin armancên xwe jî tevkarî kirine.
- Di "Notên Îmraliyê" da FETO
Têkiliya navbera FETO/PDY û PKK/KCKê li gor îdiayê di axaftinên navbera Selahattîn Demirtaşê Serokê Giştî yê HDPê yê wê demê, Parlementerê Enqereyê yê HDPê Sirri Sureyya Onder û Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê da derbas dibin. Ev axaftin di pirtûka Ocalan a bi navê "Rizgariya Demokratîk û Înşakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)" da derbas dibe.
Li gor pirtûkê Demirtaş wiha gotiye,"Di hevdîtina me ya beriya vê da ragihandinên me xelet hatin fêmkirin; weke dijmintî û dijberiya cimaetê hatin şîrovekirin. Beriya ku em werin Sirri Sureyya bi hin nûnerên wan ra hevdîtin kir. Wan jî gotiye ku me ev tam fêm nekir, em tedîrgîn bûn."
Onder li ser vê diaxive û dibêje ku wî bi Ekrem Dumanli ra hevdîtin kiriye û wiha dewam dike, "Got ku wan sedema vê fêm nekir, bi daxuyaniyên tund ên ku Bahoz Erdal li dijî Cimaetê dan va jî ew ketin fikarê."
Ocalan daxuyaniyên Bahoz Erdal pirsî û wiha got:
"Divê baldar bin. Di eslê xwe da divê di vê heyamê da her kes bi ziman û uslûba xwe bikaribe. Mijara Cimaetê jî weke ku dibêjin nîne. Me ji wan ra ji bo Rojhilata Navîn tifaqa demokratîk jî teklîf kir, wisa nîne? Wisa dijmintiya me çênabe. Ji wan ra bêjin, kesê ku Gulen herî baş fêm bike, dîsa ez im. Heta bixwe gotibû 'Di sulhê da xêr heye'. Ez jî wek wî difikirim. Ew jî piştgiriyê dide aştiyê. Em ê bikaribin li Rojhilata Navîn lihevkirina demokratîk pêk bînin."