Türkan Tosun
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Daîreya Cezaya 2yemîn a Dadgeha Adliyeya Herêma Stenbolê der barê Enîs Berberogluyê Parlementerê Stenbolê yê CHPyê de 5 sal û 10 meh cezayê hepsê da û biryarê da ku girtîbûna wî dewam bike.
Berberoglu ji ber îdiaya wêneyên tirên MÎTê yên ku hatine sekinandin daye Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar, hatibû girtin.
Rûniştina duyem a dozê li Daîreya Cezaya 2yemîn a Dadgeha Adliyeya Herêma Stenbolê ji ber ewlehiya kamuyê girtî çêbû.
Berberogluyê ku di girtîgeha Maltepeyê de ye bi rêya Sîstema Enformatîk ya Deng û Dîmenê beşdarî rûniştinê bû.
Daîreya Cezayê der barê Berberoglu da bi hinceta "bi armanca sixûriya leşkerî yan jî siyasî eşkerekirina agahiyên dewletê yên ku dibê veşartî bimînin" 5 sal û 10 meh cezayê hepsê da.
Daîreyê biryarê da ku girtîmayîna Berberoglu dewam bike.