Türkan Tosun
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ji ber eyda remezanê wê 84 seferên zêde li dar bixe.
Muşawirtiya Rêhewaya Tirkiyeyê daxuyand ji bo eyda remezanê ya ku wê 14ê hezîranê roja pêncşemê piştî nîvro dest pê bike wê 84 seferên zêde bike.
Ji Balafirgeha Ataturkê 39 sefer wê herin Balafirgeha Mîlas-Bodrumê, 20 sefer wê herin Balafirgeha Antalyayê, 20 sefer wê herin Balafirgeha Dalamanê, seferek wê here Balafirgeha Trabzonê, 4 sefer jî wê herin Balafirgeha Qibris Ercanê.