29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
BEXDA
Analîstên siyasî û parlementerên ji Iraqê destnîşan dikin ku di "têkoşîna dijî DEAŞ û PKKya rêxistinên terorê û parastina demografiya bajêr" da beşdarbûna Tirkiyeyê ya ji bo operasyona Mûsilê girîng e û wê ji bo Iraqê encamên erênî çêbin.
Pisporên ji Iraqê yên ku daxuyanî dan nûçegihanê AAyê der barê "Operasyona rizgarkirina Mûsilê û rola Tirkiyeyê" da xeberdan.
Ziyad ez-Zerabê parlementerê berê yê Bloka Suniyan destnîşan kir ku daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo beşdarbûna operasyona Mûsilê girîng e û mafdar e û wiha axivî: "Sedema sereke û girîng a Tirkiyeyê ji bo beşdarbûna operasyona Mûsilê ew e ku ji bo ewlehiya xwe têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê ye."
Zerab got sedemeke girîng a daxwaza tevlîbûna operasyonê ya Tirkiyeyê jî PKKya rêxistina terorê ye û wiha axivî: "Tirkiye naxwaze ku PKK di operasyona xilaskirina Mûsilê da cî bigrê û bi vî awayî di siyaseta navneteweyî da meşrûiyetê bi dest bixe û xwe di şer da bi çekên teze biceribîne."
Parastina demografiya herêmê
Zerab diyar kir ku hedefa Tirkiyeyê ew e ku ewlehiya tirkmenên şiî û sunî yên li Iraqê pêk bîne û wiha got: "Tirkiye ji bo ku li Mûsilê jî wek bajarên din demografî neyê guherandin û pêşeroj di tesîra wê da neyê hîştin dixwaze ku tevlî operasyonê bibe û vê hilde garantiyê."
Hereketa Mertalê Feratê
Rênas Canoyê parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di kontrola Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî da ye got ku Tirkiyeyê bi Herekata Mertalê Feratê va herêm paqij kir û ewê destûrê nede ku ji Iraqê endamên DAEŞê bên û têkevin wê derê.
Cano nirxandinên xwe wiha anî zimên, "Operasyona Mertalê Feratê bi awayekî serkeftî berdewam e, lê herwiha xwe kerr dikin ku unsûrên DEAŞê ber bi Reqa û Babê birevin. Ev tê wê wateyê ku rêxistinê li wir xurt be."
Cano diyar kir ku Tirkiye naxwaze nefta Mûsilê ji aliyê PKK û DEAŞê va were dizîn û wiha xeberda, "Rêxistinên terorê li hundirê Iraqê planên êrîşî çêdikin û ji wir êrîşî Tirkiyeyê dikin. Ev jî mafê dide Tirkiyeyê ku ber bi Iraqê operasyon bike."
"Herêma Kurdistanê Heşdî Şabiyê naxwaze"
Analîstê siyasî yê ji Iraqê Nacih el-Elî diyar kir ku Kampa Başîqayê bi pejirandina hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê va hat avakirin û hêzên tirk seba perwerdekirina Pêşmerge lê herêmê ye û wiha xeberda, "Herêma Kurdistanê naxwaze Heşdî Şabî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê be. Ji ber ku wan, li Enbarê li ciyên ku ji DAEŞê hatin rizgarkirin mafên mirovan binpê kirin."