01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2016
ANKARA
Kahramanê Serokê Meclisê: "Gelê me şeva 15ê Tîrmehê nîşan da ku xwedî li demokrasiyê derdikeve û îsbat kir ku cardin derbe çênabe. Bi sela û azanên ku ji mizgeftan bilind bûn û bi nobetên demokrasiyê gelê me derbe têk bir. Tirkiyeyê êdî heyama derbeyê girt."
"Mijareke me ya sereke ya girîng jî ew e ku qanûneke bingehîn a teze ya ku di navenda wê da şexsiyet hene û demokratîk, xurî, sivîl û azadparêz çêbikin."
"Meclis navenda hilberîna qanûnan nîne. Wezîfeyên me yên din jî hene. Dibê felsefeya ku di rûniştinan da dibe sedema ragêşiyan û xebatan kilît dike bê guherandin."
"Destûra Bingehîn ya ku bi tevahî ji 177 bendan pêk tê, tê da 114 caran guherandin hatiye çêkirin. Destûreke wiha taybetiyên xwe wenda kiriye û Tirkiye êdî pê nameşe. Civaka me destûreke nû dixwaze û ev soza hemû partiyên me yên siyasî ye. Divê ev soz bi berfirehî û piralî bi cî were."