Tel Ebyad
01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Malbata Xelef a ku ji ber zilma PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê mal û milkê xwe li Tel Ebyadê hîşt û xwe siparte Tirkiyeyê nika li Eqçeqeleyê di avahiyeke înşaetê da jiyana xwe didomîne.
Sûriyeyiyên ku ji ber tundî û zilma PYDya ku kontrola Tel Ebyada navçeya Reqayê hildaye destê xwe direvin ji vir sal û nîvekî berê xwe sipartibûn Tirkiyeyê.
Malbata Xelef a ku êşa terikandina mal û milkê xwe dikişîne wek gelek hemwelatiyên motanî xwe li Eqçeqeleyê di înşaetê da dimîne.
Malbata ku ji ber PYDê mexdûr bûye hewl dide ku bi kon û çadiran va ji xwe ra sitargehekê çêbike, ligel hemû kêmasiyan dîsa jî ji Tirkiyeyê ra sipas dike. Malbata Xelef hêvî dike ku PYD/PKKya rêxistina terorê ji welatê wan here û ew jî vegerin malên xwe.
Îsa Xelefê ku tevî jin, 5 zarok û neviyên xwe ku di înşeatê da dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema em li Sûriyeyê bûn heyata me xweş bû û min cotkarî dikir.
- "Tu êş bi qasî terkeserbûnê dijwar nîne"
Fîda Hemeda xanima Xelef jî destnîşan kir ku ji xeynî zarokên xwe li zarokên keça xwe jî dinihêre ku di şer da miriye.
Hemedê diyar kir ku tu êş bi qasî terkeserbûnê dijwar nîne û wiha xeberda: "Ji ber pevçûnan êşên mezin çêbûn, xizmên me mirin û neviyê min û bavê xwe bi bombeya ku hilda destê xwe şehît bû. Em tenê bi êşa xwe dizanin. Şert û mercên me dijwar in. Ne av heye û ne jî ceyran. Hewa sar dibe û em dixwazin vegerin welatê xwe."