20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) duh li ser herêma Maarrat Umm Hawsha ku dikeve bakurê Heleba Sûriyê operasyona esmanî kir û 18 hedefên PYD/YPGya rêxistina terorê îmhe kirin.
Li gor agahdarkirina TSKyê jetên Hêzên Esmanî yên Tirk li herêmê hedefên PYD/YPGya rêxistina terorê tesbît kirin û operasyon esmanî kirin. Di operasyonê da wesaîta bipalet û bizirx, avahiya baregehê û 11 hedefên ku wek stargeh dihat bikaranîn û 7 hedefên dînamîk hatin îmhekirin.
Di operasyona li ser herêmên di destê PYD/PKKyê da 26 bombe avêtin 18 hedefan û 9 avahiyên ku PKK/PYD wek baregeh, sitargeh û cebilxane diemilîne, wesaîteke bizirx û 2 jê biçek 4 wesaît hatin îmhekirin.
Hat diyarkirin piştî operasyonê hat tesbitkirin ku 160-200 endamên PYD/PKKyê hatine berterefkirin.
Operasyon di navbera saet 21.11-23.59an da hat kirin û jetên Fermandariya Hêzên Esmanî piştî operasyonê sax silamet vegeriyan baregehên xwe.