23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
BÎNGOL
Li Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da hejmara gundparên demkî yên ku şehît bûn derket 2yan.
Li gor agahiyan di operasyona ku li dorberê gundê Ortaçanaxê dewam dike da endamên rêxistinê bi çekên nîşangeriyê va êrîş kirin û gundparê ku giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê şehît ket.
Di operasyonê da îro gundparêzekî din jî şehît bûbû.
Hat destnîşankirin kesên ku şehît ketin gundparên demkî yên gundê Taşliçaya Karliovayê ne û navên wan Îdrîs Demir û Tarik Aydemir e.