Nihat Kavşut,İbrahim Atmaca,Haydar Şahin,Önder Beyter
13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Welatiyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bertek nîşanî êrîşên PKKya rêxistina terorê dan ku ji xeynî hêzên ewlehiyê êrîşî sivîl û siyasetmedaran jî dike.
PKKya ku ji hêzên ewlehiyê derbeyeke mezin xwar êrîşên xwe yên li dijî hêzên ewlehiyê, sivîl û siyasetmedaran zêde kir. Ji ber bertekên eşîr û welatiyan rêxistina terorê êrîşî siyasetmedaran dike.
Welatiyên ji Diyarbekir, Mêrdîn, Elezîz û Sêrtê bertek nîşanî êrîşên terorê dan.
Nurettîn Buyumê ku li Sûra Diyabekirê dijî destnîşan kir ku PKKya Rêxistina terorê bi êrîşên xwe dixwaze xelkê bitirsîne.
Buyum destnîşan kir ku rêxistin di siyaseta çalan da bi ser neket loma jî qesta siyasetmedaran dike û der barê kuştina siyasetmedarên ji herêmê da wiha xeberda: "Ez welatiyek li ber çavê zarokên wî kuştina siyasetmedaran qebûl nakim. Em her dem dibêjin ku bila PKKay rêxistina terorê ji me dûr bisekine. Ev lîstika lobiyên ermenî û Îsraîlê ye û em naxwazin kurd pê bixapin."
Buyum diyar kir ku terorîst êrîşî kesên ku ji wan nînin dike û wiha got: "Êrîşên li dijî siyasetmedaran nîşan dide ku dawiya rêxistinê hatiye."
- "Nefreta li dijî rêxistina terorê roj bi roj zêde dibe"
Mesût Erdem diyar kir ku ew bi tundî êrîşên li ser siyasetmedaran yên terorîstan şermezar dike û got ku di her êrîşa PKKya rêxistina terorê da Yasîn Boruyê ku li Diyarbekirê goştê qurbanê bela dikir û hat kuştin tê bîra wî.
Erdem destnîşan kir, nefreta li dijî rêxistina terorê roj bi roj zêde dibe û wiha dewam kir: "Ev êrîş wê tu wextî li ser wan nemîne. Hovîtiya wan wê rojekê bi dawî bibe helbet. Tu rêxistinên li ser rûyê dinê ev qas wehşî nîne."
- Mêrdîn
Îbrahîm Homan got ku rêxistina terorê mirovên bêsûc û bêguneh dikuje û wiha dewam kir:
"Bi îzna Xwedê rêxistina terorê û hemû rêxistinên şer wê werin berterefkirin. Kuştina seroknavçeyê Dîcleyê yê AK Partiyê bi rastî jî bi qeleşî ye û meriv pê xemgîn dibe. Em êdî mirinê naxwazin. Em dibêjin 'êdî bes e'. Bila her kes rêzê nîşanî fikra siyasî yê din bide. Em dixwazin ku hemû mirov bi azad siyasetê bike."
- "Êrîşên xayîn û qeleş dike"
Mehmet Akçayli jî got ku ew êrîşên terorê yên ku li herêmê zêde bûn, bi tundî şermezar dikin.
Akçayli daxuyand, PKKya rêxistina terorê herî zêde zirar da gelê herêmê û wiha dewam kir: "Mixabin rêxistina terorê tu hedefê raçav nake û êrîşên xayîn û qeleş dike. Em van êrîşan şermezar û lenet dikin. Em dixwazin êdî teror kuta bibe û em dixwazin di nav hizûrê da bijîn."
Zeynettîn Karaalpê ku li navçeya Qoserê dijî jî got ku ew êrîşên ku terorîstên PKKyî dikin, şermezar dike.
Karaalp destnîşan kir ku êrîşên li ser kesên ku nasnameya îslamî bi wan ra hene şermezar dike û wiha got: "Qaşo gelê kurd diparêzin lê belê bi tenê zirarê didin gelê kurd wek mayîn tu tiştekî nadin. Di vê mijarê da dibê her kes baldar be."
Nurettîn Gezgîn jî got ku di êrîşên terorîstên PKKyî da gelek welatî birîndar bûn û wiha axivî: "Wek însanan qebûlkirina vê mimkun nîne, em vê şermezar dikin."
- Elezîz
Mehmet Yerkazanê xaziyê Qibrîsê got karê ku rêxistina terorê dike xayîntiya li dijî welêt e.
Yerkazan bi bîr xist ku li Qibrîsê dijî dijmin şer kiriye û wiha pê da çû:
"Ev li merivên xwe dixin. Siyasetmedarên ku îro tên kuştin merivên welatê me ne. Em yek in, miletê tirk in. Ev jî êrîşa jî dijî miletê tirk e. Ez nêta van fehm nakim, xizmeta çi dikin? Çar pênc xwenezan hewl didin ku Tirkiyeyê parçe bikin. Ma wan wetrê ewê bigihêjin mirazê xwe? Bira li qisûrê mi nenêrin, ez 66 salî me, min ji bo welatê xwe canê xwe feda kir, Xwedê şehîdî nekir nesîbê min lê belê ez bûm xazî. Îro jî welatê min ku min bişîne ez ê herim li dijî wan şer bikim."
Yerkazan der barê êrîşên li ser siyasetmedaran ên van rojên dawîn jî axivî û wiha got: "Bi êrîşên li dijî rêvebir û teşkîlatên partiya îqtidarê va qaşo dixwazin welêt tevlihev bikin lê belê welatê me van lîstikan baş dizane. Ew çiqasî hewl didin bira bidin, êdî ewê xilas bibin."
- "Ev welatê me hemûyan e"
Bayram Ertaşê esnaf jî got bûyerên terorê yên ku li welêt diqewimin lîstikên hêzên derva ne.
Ertaş got ku ewê li hemberî vî bi dil û can têbikoşin û wiha got, "Ji bo welatê me çi hewce be, em amade ne ku bikin. Ev welat ê me hemiyan e. Yê ku welatê wî tunebe, ne dînê wî, ne jî îmana wî heye. Beriya her tiştî welat tê."
- Sêrt
Suat Bilim jî diyar kir ku bûyerên vê dawiyê didin nîşan ku êdî rê li PKKyê teng bûye. Bilim got ku rêxistina terorê bandora xwe ya li ser gelê herêmê ji destê xwe kir û ji bona wê jî dixwaze xelkê bitirsîne û wiha dewam kir:
"Lêbelê xelkê herêmê dê guh nede van. Sûîqestên wan jî perçeyeke plana wan a nû ye. Ev êrîş nikarin xelkê herêmê bitirsînin, xelk li cem Tirkiyeyê ye. Xelkê herêmê hizûrê dixwaze."
Bilim got ku rêxistin ji wê yekê razî nîne ku xelkê herêmê pişta dewletê dike û wiha got, "Rêxistin ji ber hindê êrîşîxw siyasetmedaran dike û ev jî stratejiya nû ya rêxistina taşeron e."