Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Penaberên ji Tel Ebyedê Sûriyeyê ji ber zilma YPG/PKKyê xwe spartine Tirkiyeyê û li konbajarê Akçakaleya navçeya Şanliurfayê dijîn hêvî dikin ku rojekê vegerin welatê xwe.
Gelek penaberên ji Tel Ebyeda navçeya Reqayê reviyane û niha li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di konbajarê de dijîn li ber xwe dikevin ku nikarin vegerin axa xwe.
Welatiyên Sûriyeyî bi hêvî li bendê ne ku Tel Ebyed jî ji terorê bê paqijkirin.
Mexdûrên terorê dibêjin heke YPG/PKKa rêxistina terorê ji Tel Ebyedê bê paqijkirin, ewê vegerin malên xwe û ji bo vê ji Tirkiyeyê alîkariyê dixwazin.
- "Li zeviyên me esrar çandine"
Şakir Radeyniyê Sûriyeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî YPG/PKKya rêxistina terorê Tel Ebyed dagirkir ew bi malbata xwe va hatiye Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Em 3 sal beriya vê ji ber zilma YPG/PKKyê reviyan û me xwe spartine Tirkiyeyê. Em bi taybetî erebên sunî ji ber zexta rêxistina terorê ya ku Amerîka û hin welatên rojavayî piştgiriyê didinê ji welatê xwe reviyan. Bi tenê Tirkiye li pişta me sekinî û alîkarê dan me. Rêxistina terorê li wê derê bi zorê perwerdeya zimanê xwe dan zarokên me. Şev girtin ser malên me û zarokên me bi hinceta têkoşîna dijî DAEŞê bi xwe ra dibirin. Ji ber vê gelek cîwanên me bişev xwe li zeviyan diveşartin. Daxwaze me ew e ku ev zalimane bila bi alîkariya Artêşa Azad a Sûriyeyê ji hêla eskerên Tirk va ji axa me werin derxistin."
Ji welatiyên Sûriyeyî Ehmed Şêx Ehmed jî got ku rêxistin li zeviyên wan esrarê diçîne û wiha axivî: "Esrarê ku diçînin paşê jî difiroşin. Zarokên 11-12 salî bi zorî bi xwe re dibin. Em ji axa xwe gelekî xerîb bûn. Ez û hemû Sûriyeyî bi xesreta welatê xwe dirazin û radib in. Malê min 200 mêtro li aliyê din e. Lê ez nikarim biçim wê derê. Edî bes e. Em dixwazin vegerine ser axa xwe. Em alîkariya Tirkiyeyê dixwazin."