Tirkiye

"Me hêza Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nîşan da"

"Me hêza Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nîşan da. Edîtorên ku li çar aliyê dinyayê nûnertiya Ajansa Anadoluyê dikin li Gazîentabê hatin bal hev."

Abdullah Tel  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
"Me hêza Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nîşan da"

Gaziantep

GAZÎANTEP

Edîtorên Zimanên Dinyayê û Rêvebiriya Weşana Nûçeyên Navneteweyî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ku ji çar aliyê dinyayê ji bo "Civîna Edîtoran a Salane" li Gazîentabê hatin cem hev.

Edîtorên ku her yek ji wan li devereka dinyayê nûnertiya AAyê dike li bajêr bi Walî Alî Yerlîkaya û Şaredar Fatma Şahînê ra hevdîtin kirin.

Walî Yerlîkaya û Şaredar Şahînê di mijara kar û xebatên ku ji bo penaberên Sûriyeyî yên şerê navxweyî reviyan û xwe spartin bajêr da agahî dan edîtoran, qala xebatên ku li deverên di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da hatibûn rizgarkirin jî kirin.

Di şîvê da Yerlîkaya got ku sînorê bajêr ê bi Sûriyeyê ra gelekî dirêj e û ew jî di 7 salên dawîn da ji bo ku li Sûriyeyê jiyaneke asayî bi cih bibe piştgiriyê didin hemû xebatên bi vê armancê tên meşandin.

- "Me hêza Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nîşan da"

Şaredara bajêr Fatma Şahînê jî diyar kir ku şêniyên Gazîentabê ev 7 sal in ku ji bo asta jiyanê ya li bajêr danekeve hewl didin û "wekî ensar" li mêvanên ji Sûriyeyê hatine xwedî derdikevin.

Şahînê destnîşan kir ku şaredariya bajêr ji bo penaberên mêvan di gelek qadan da karên bi kêrî penaberan bên birin serî û ew projeyên wan jî di qada xwe da wekî mînak dibe bên nîşandan.

Şaredara bajêr got ku Cerablus di serî da ji bo pêşketina deverên ku bi saya Herekata Mertalê Feratê hatibûn xilaskirin xebitîn û hêza Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nîşan dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.