05 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
ANKARA
Rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî wek ku gelek caran tîne ziman, careke din jî nîşan da ku YPG/PKKyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Tirkiyeyê de di şer de zarok bi kar anine.
Hêzên ewlehiyê daxuyandin rapora saziyê nîşan dide ku rêxistina terorê li hundirê welêt û dervayî welêt xêza xwe kêm kiriye, nikare ji xwe ra endaman bibîne, ji ber vê jî zarokan di şer de bi kar tîne û hewl dide aramiya welêt û malbatan xirab bike.
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrînê de Tirkiyeyê gelek caran tespît kiribû ku YPG/PKK zarokan bi zorê ji malbatên wan diqetîne û wan dixe nav şer. Rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî jî carek din nîşan da ku tespîta Tirkiyeyê rast e.
- Zarok û derguş hedef tên girtin
Rêxistina terorê zarokên divê destê wan qelemê bigre dibe çiyê, keleşan dide destê wan û perwerdeya şer dide zarokan.
Ji bilî vê rêxistin zarokan hedef digre û dikûje.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kuştina derguşê bi navê Bedirhan Mustafa û diya wî jî nîşan dide ku rêxistina terorê nabêje jin û zarok, sivîlan dikuje.
- Rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî di 3yê tebaxê de raporek weşand.
Di raporê de hat gotin divê rêxistin dest ji ser zarokan bikşîne û wan nexe nav refên xwe.
Bal li ser zarokên temenê wan ji 18 salî biçûktir hat kişandin û hat gotin yên van biçûktir li gor qanûna navneteweyî nikarin bikevin bin destê rêxistinan û çekan hildin destê xwe.
Hat gotin rêxistin zarokan ji malbatên wan diqetîne, malbat aqûbeta zarokên xwe nizanin.
Di raporê de wiha hat gotin: "Amerîkaya ku piştgiriyê dide rêxistinê divê li ser rêxistinê zextê bike ku ew zarokan bi kar neynin."
Di raporê de hevpeyvînên ku bi zarokên hatine revandin û malbatên wan re hatine kirin jî cih digrin.