ŞIRNAK/HAKKARÎ
Pêşnumaya qanûnê ya ku navenda Hekkariyê bi navê Colemêrgê û navenda Şirnexê jî bi navê Nûh wê bibe navçe pêşkêşî TBMMê bû û ev yek di herdu navçeyan da bû sedema kêfxweşiyê.
Welatiyên ku bihîstin Yuksekova û Cizîrê jî dibin navenda wîlayetê kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
- Çaverêyiya bi salan
Navçeya Cizîrê ku bi dirêjahiya dîrokê yek ji bajarê herî giringê Mezopotamyayê bûye û bihatina îslamê ra navê "Cezîre"ya ku tê wateya giravê sitend, di dema Komara Tirkiyeyê da jî navê wê weke Cizre hat guherîn. Heta sala 1990î navçeyeke Wîlayeta Mêrdînê bû. Piştî ku 16ê gulana 1990î da Şirnexa ku wê demê navçeya Sêrtê bû, bû wîlayet, Cizîrê ji Mêrdînê veqetiya û bi Şirnexê va hat girêdan. Hê wê demê jî hinek welatiyan li Cizîrê ev rewş protesto kiribûn û xwestibûn ku Cizîra ku ji Şirnexê mezintir e bibe Wîlayet.
Her çiqas Cizîrê navçe jî ye, ji aliyê nifûsê va 2 qatê Şirnexê ye. Li Cizîrê 132 hezar û 857, li Şirnexê jî 61 hezar û 335 kes dijîn. Li Cizîrê li 104 mektebî 41 hezar û 127 xwendekar, li Şirnexê li 102 mektebî da 27 hezar û 490 xwendekar perwerde dibin.
Şirnex bi qasî 55 kîlometroyan lê Cizîrê bi qasî 15 kîlometroyan dûrî Balafirgeha Şerafettin Elçî ye. Nêzîkbûna wê ji deriyê sînorê Xabûrê, mercê wê yên iqlîmî û bûna wê li deştê jî, Cizîrê li hember Şirnex bi avantajtir dike. Herwiha Cizîr di warê pîşesaziyê da jî li pêş e. Li Cizîrê 8 karxane hilberînê dikin lê li Şirnexê tenê karxaneyek heye.

- Cizîrî gelekî kêfxweş in
Abdulkahar Akalinê xelkê Cizîrê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û kêfxweşiya xwe ji vê nûçeyê ra anî ziman û wiha got, "Em gelekî kêfxweşin ku wê Cizîrê bibe navenda wîlayetê. Divê pêştir bûbûya lê qismet îro bû. Em gelekî spasiya Serokomarê xwe û hikûmeta xwe dikin."
Herwiha Esnafên Cizîrê jî piştgirya xwe ji vê biryarê ra anîn ziman.
Esnaf Bedirhan Komur anî ziman ku Cizîrê ji gelek aliyan va, weke nifûs, veguhastin û hatûçûnê, ji bo wîlayetbûyinê guncavtir e û got, "Cizîrê li cihekî navendî ji bo vê yekê gihiştina navçeyên xwe, Silopî, Îdîl (Hezex), Guçlukonak (Findik) û Şirnexê wê asantir be."
Esnaf Zekî Ozen jî anî ziman ku Cizîrê bibe wîlayet wê ji bo herêmê gelekî fêdê wê hebin û got, "Wê Zanîngeh li vêderê bê avakirin ji ber vê jî wê hejmara xwendekar û memûran zêde be, wê bajar zindîtir bibe û karxane zêde bibin. Ev maf mafê Cizîrê ye. Em ji bo vê biryara bi îsabet sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan dikin."
- "Wîlayetbûn dê aramî, ewlehî û dilşadiyê bîne Cizîrê"
Mixtarê gundê Kelhê Edîp Aşût da zanîn ku piştgirî didin biryarê.
Aşût destnîşan kir ku Wîlayetbûn mafê Cizîrê ye û wiha axivî:
"Ji niha pê ve tekane daxwaza aramî û ewlehî ye. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku xwîn birêje. Em dixwazin ku dayik negirîn. Wîlayetbûna Cizîrê ji her aliyê ve rast e. Wîlayetbûn dê aramî, ewlehî û dilşadiyêbîne Cizîrê. Derfeta kar dê zêde bibe, bêkarî kêm bibe."
Esnaf Umît Yigin qal kir ku biryarê di cî de û xweşik dibînin.
Yigin xwest ku wîlayetbûna Cizîrê bibe wesîleya xêrê û qal kir wisa bawer dike ku pêşnûma dê bibe wesîle ku herêm ji aliyê aboriyê ve pêş bikeve.
Yigin got dixwazin ku li Cizîrê karxane û zanîngeh bên vekirin û wiha aivî: "Ciwanên me ji bo ku zanîngehê bixwînin diçin bajarên rojava, şûna vê yekê de heke li bajarên xwe bi xwe bixwînin dê gelekî xweş bû. Înşeallah di vê mijarê de pêngavên xweşik bên avêtin."
Ersan Kalayci qal kir ku ji ber biryarê bi kelecan in.
Kalayci qal kir ku divê Cizîr berê niha bibûya bajêr û got ku gel li ser biryarê gelekî kêfxweş bû.
Kalayci qal kir hêvî dikin ku li Cizîrê derfetên kar zêde bibin û wiha axivî: "Bi vî awayî dê pirsgirêka kar a ciwanên li bajêr nemîne. Bila ji bo hemû gelê me, hemû bajarê me bi xêr be. Bihîstina vê xeberê em kêfxweş kirin."
- Geşbûna aborî ya herêmê di destê xwe de digire
Yuksekoava ku girêdayî Hekariyê ye 80 kîlometro dûrî navendê ye û serjimara wê 117 hezar e û bi qasî 40 hezar kesî ji bajêr zêdetir e. Bi veberhênanên ku di van demên dawîn hatin kirin geşbûna aboriya herêmê di destê xwe de digire.
Li navçeyê gel piranî bi ajalvanî û bazirganiyê debara xwe dike, 53 gund û 106 mezra girêdayî navçeyê ne. Li navçeyê veberhênanên perwerdeyê yên girîng hene, li navçeyê 11 jê lîse 86 dibistan hene. Li van dibistanan 33 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin. Li Hekariyê jî li 95 dibistanan 21 hezar û 694 xwendekar perwerdeyê dibînin.
Yek ji veberhênanên girîng ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî ya li Yuksekovayê ye. Digel êrîşên PKKya rêxistina terorê 102 milyon lîre hat xerckirin û balafirgeh do 5 salan de hat temamkirin û di 26ê gulanê de ket xizmetê.
Li navçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê li ser 55 hezar metrokare hat avakirin û li ser 23 hezar û 740 metrokare cihê qada tenduristiyê dide. Li nexweşxaneyê 150 nivîn hene û nexweşxane bi 23 polîklînîkan xizmetê dide welatiyan. Li navenda tenduristiyê rojane nêzî 2 hezar nexweş xizmetê dibînin û li nexweşxaneyê emeliyatxaneya 4 ode, yekîneya nexweşiyên giran n ku 5 nivînên wê hene û unîteya diyalîzê ya bi 10 nivînên wê hene.

- Biryar li Yuksekovayê bû sedema kêfxweşiyê
Yuksekova yek ji cî û warên girîng ên herêmê ye û li rojhilatê wê Îran li başûrê wê jî sînorê Iraqê heye û welatî kêfxweş in ku dê wir bibe bajêr.
Esnaf Mustafa Demîrdag got ku Yuksekova ji aliyê erdnîgariyê ve misaîd e ku bikin bajêr.
Demîrdag bi bîr xist ku li navçeyê bi Îranê re deriyê sînor heye û wiha axivî: "Yuksekova ji bo pêşketinê bajarekî vekirî ye. Her tişt dê xweşiktir bibe. Ez wisa difikirim ku dê ev biryar ji aliyê esnafan ve jî gelekî berhedar bibe. Dahatûya Yuksekovayê dê xweşiktir bibe."
Yüksekova'da işçilik yapan Kerem Ertaş, ilçenin il yapılacağını duyduklarında büyük bir heyecan yaşandığını belirtti.
Ertaş got ku aramî û aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Wîlayetbûna Yuksekova mirov gelekî kêfxweş dike. Dê derfetên kar zêde bibin û rêjeya bêkariyê kêm bibe."
Ji welatiyan Sezaî Balîn jî qal kir ku ji biryarê kêfxweş in û got ku bajêr ji bo pêşketinê gelekî vekirî ye.
news_share_descriptionsubscription_contact
