04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê nûnerên saziya civata sivîl û akademîsyen diyar dikin ku peyamên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 1ê nîsanê ziyaretiya Diyarbekirê da dan, pir girîng in.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Yilmaz Demirhan diyar kir, roja ku Serokomar Erdogan li Diyarbekirê beşdarî merasima vekirina komî bû, ew jî li qadê bû û hejmara welatiyên ku li qadê civiyabûn, 3 qatî merasimên berê bû.
Demirhan got, "Em vê ji îfadeyên rûyê Serokomar dikarin fêm bikin. Li wê qadê piştî ku ew qas kes dît, kêfa wî xweş bû." û got ku Erdogan di axaftina xwe da li ser "Aştî, biratî û pêkvetiyê" sekinî û tesîra vê gelekî li ser mirovê herêmê çêbû.
Demirhan diyar kir, Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku tirk û kurdan yekîtiya qederê çêkiriye û wiha dewam kir: "Bi gotina 'Yek al, yek welat û yek millet'î va qesta wî umet bû û li ser yekîtiya qedera tirk û kurdan sekinî. Em dikarin bibêjin ku yekîtiya qederê û biratî li ser hîmê yekîtiya îslamê ye. Ji ber vê ez peyamên Serokomarê me girîng dibînim, ji bo yekîtî û pêkvetiya me ez hêvîdartir im."
Kordînatorê Platforma Azadiya Baweriyê ya Diyarbekirê Îbrahîm Gokdemir got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê beşdarî merasima komî bû û gelê bajêr eleqeyeke mezin nîşan da.
Gokdemîr ragihand ku di seri de jin, kal û pîr ji her aliyan bi deh hezaran kes bêşdarî merasimê bûn. Ev bêşdarbûn nîşan dide ku gel ji siyaseta çalê aciz bûne.
- HDP ji dilê gel dûr ket
Îbrahîm Gokdemîr, got ku PKK ya ji mexduriyet û mezlumiyeta kurdan fêdeyê digre, pêvajoya ku di sala 2013an da dest pê kir sûîstimal kir. Gokdemîr wiha dewam kir: "PKKê pêvajo binax kir. HDP jî bertek nîşanî PKKê neda û ji dilê gel dûr ket. Serokomarê me got ku bi kesên ku di destê wan da çek hene aştî nayê kirin. Pêvajoya aştiyê wê dîsa dest pê bike û dê gel bibe muxatab. Ji ber ku Serokomarê me gotina miletê tirk bi meneya nijadî bi kar nayne em sipasiyên xwe jê re dişînin."
Endamê Platforma Erê yê Anadoluyê Alaattîn Parlak jî got ku gelek kes bêşdarî merasimê bûn û wiha dewam kir: "Di salên dawîn de mitînga herî zêde kes bêşdar bû ev mitîng bû. Serokomarên me got dê îradeya sivîl muxattab bigrin û dîsa dest bi pêvajoyê bikin, ev gotin pir girînge. Raya giştî ne li bendî daxuyaniyeke wiha bû. Îradeya xwe ya der barê xebatên li ser pêvajoyê ya herêmê derxisti holê."