04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ANKARA
Hêzên ewlekariyê 18 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji sînorê Sûriyeyê ra têkevin welêt derdest kirin. Hat tesbîtkirin ku kesekî di nav derdestkiriyan da amadehiya êrîşê dike, pê ra jî pergala teqemeniyê û 2 bombeyên destan hene.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkan da hat diyarkirin ku li herêma Qereqola Hidûd a Înanliyê ya li Kilîsê 9 mêr, 4 jin û 4 zarokên ji Sûriyeyê û kesekî çeçen hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, li ser vê hêzên ewlekariyê ev kesan derdest kirin.
Di tûrê kesê çeçen da kêm zêde kîlo û nîvek pergala teqemeniyê û 2 bombeyên desta hatin dîtin. Hat tesbîtkirin ku ev kesa li herêmê di amadehiya çalakiyê da bûye.
Pergala teqemeniyê û bombeyên desta teslîmî ekîbên îmhekirina bombeyan ên Midûriyeta Ewlekariya Kilîsê kirin.