Haydar Şahin
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
SÎÎRT
Turnuvaya Basketbola Kuçeyan a ku Şaredariya Sêrtê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû li daxist dest pê kir.
Turnuvaya Basketbola Kuçeyan bi beşdariya 39 taxim û 156 werzişvanan va li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ya Sêrtê dest pê kir, ji ber ku pêşbirk êvarê hatin lîstin jî qerebalixiyeke mezin temaşa kir.
Ceyhun Dîlşad Taşkinê Wekîlê Şaredar di daxuyaniya xwe da diyar kir ku xêncî xizmetên şaredartiyê girîngiyê didin çalakiyên çandî û civakî jî.
Taşkin got ku di vê çarçoveyê da cara ewil turnuvayeke wiha li dar xistin û wiha pê da çû: "Meydana me vê carê jî bi basketbolê şên bû. Eleqeyeke mezin dît, em jî kêfxweş bûn. Pêşbirkên zehf rind hatin lîstin. Ciwan zehf têkoşer in û li vê derê eforeke mezin serf kirin."
Taşkin got ku turnuvayê 3 rojan dewam bike, pêşbirk her êvarê di saet 19.00an de dest pê dikin xw hetanî 23.00yan dewam dikin.
Taşkin ji taximên beşdarî turnuvayê bûn ra serkeftinê dixwaze.