04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
TUNCELÎ
Li Hozata navçeya Tûnceliyê hestiyên li ser îdiayên gora komî ya kesên tê îdiakirin ku di dema "bûyerên Dersimê" de hatin kuştin in di dema xebatên kolanê yên ku di sala 2015an de hatin kirin û ji bo testa DNAyê şandibûn Saziya Tibê Edlî yê Stenbolê piştî ku miameleyên wan hatin temamkirin hatin definkirin.
Piştî axaftinên ku hatin kirin parêzer Cîhan Soylemez li ser navê malbatê qala pêvajoya hiqûqî kir û bi bîr xist ku di hezîrana 2014an de li cihê navborî ji bo ku gora bîrdariyê bê çêkirin endamên malbatê xebat kirin û rastî hestiyên mirovan hatin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Hozatê dan.
Soylemez diyar kir ku piştî serlêdanê Serdozgeriya Komarê ya Hozatê di 14-15ê nîsana 2015an de bi pisporên tibê edlî re xebatên kolanê kirin û hestiyên ku di encama xebatê de hatin derxistin ji bo lêkolînê ji Saziya Tibê Edlî ya Stenbolê re şandin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di dawiya têkoşîna hiqûqî ya ku di sala 2014an de dest pê kir de cara ewil der heqê Terteleya Dersimê de ji aliyê meqamên fermî ve di sala 2015an de kolana tibê edlî hat kirin û li ser cendekên ku di dema kolana tibê edlî de hatin derxistin ji aliyê Saziya Tibê Edlî ya Stanbolê ve lêkolîn hatin kirin. Ji canên ku di gora komî de derketin 2 jê dora 13-14 salî ne, 2 jê dora 9-10 salî ne, yek jê 4-5 salî ye, yek jê 5-6 salî ye, yek jê 6-7 salî ye, ji ber vê jî hat tespîtkirin ku 7 jê zarok cendekên 11 kesên cuda hene, hat tespîtkirin ku dîroka bûyerê berî 50 sal niha ye û mohrên ku li serê navê kesên ku hatine qetlkirin derketin holê, dema mirov van hemûyan binirxîne tu guman namîne ku dîroka bûyerê 1938 e, li qada kolanê gelek qalikên guleyan û kapsulên vala hatin dîtin, dema mirov bide pêş çav ku ev kapsulên ku hatin dîtin cebilxaneya artêşa ya ku di dermanceyan de tên bikaranîn e ew çax ji me re tê îspatkirin ku çîroka bûyerê ya wekî canên me ne tenê hatine şewitandin di heman demê de ew gulebaran kirine û wisa kuştine."
Soylemez navê 10 kesên ku tê nirxandin ku piştî rapora tibê edlî navên wan bi navên kesên ku di bûyerê de mirin re li hev tê xwend û got ku "Di encama xebatên kolanê yên tibê edlî yên ku di nav meha nîsana 2015an de hatin kirin çend encamên din jî derketin holê. Ev encam ew rastî ye ku endamên malbatên Baran û Canan li du cihên cuda hatine kuştin. Ji ber ku di qada kolanê gora komî de qoqê seriyê 13 canên me hatin dîtin û ev yek ji me re qise dike ku 11 endamên malbatê li cihekî cuda yê vê komê hatine kuştin û gorekî komî ya duyemîn heye. Berbiçav e ji bo ku gora komî ya duyemîn bê vekirina di demek kurt de ji bo ku pêvajoya hiqûqî ya nû dest pê bike."
Piştî axaftinan hestiyên ku xistin nav tabûtekî hatin definkirin.
Şaredarê Tûnceliyê Mehmet Alî Bul, Şaredara Diyarbekirê Gulten Kişanak, nûnerên partiyên siyasî yên cur bi cur, hin akademîsyenên ji nav welêt û derveyî welêt, endamên malbatê û welatî beşdarî merasimê bûn.
- Rabirdûya bûyerê
Huseyîn Baran û eqrebayên wî ji bo ku li mewqiya Sekesureyê ya gundê Karabakira girêdayî navçeya Hozatê ji endamên malbatê yên ku di dema bûyerên Dersimê yên di salên 1937-1938an de mirin xebat dikirin û di dema xebatan de rastî hestiyên mirovan hatibûn û li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Hozatê dabûn. Serdozgeriya Komarê di 14-15ê nîsana 2015an de li herêmê bi dozgerê komarê, ekîbên lêkolîna cihê bûyerê û pisporên saziya tibê edlî xebatên lêkolînê dan destpêkirin.
Di xebatên kolanê de 13 qoqên seriyan, gelek parçeyên hestiyan, qalikên guleyên vala, eynikên berikê, du mohrên ku li serê "Hesen" û "Huseyîn" nivîsî bû hatin dîtin. Hestiyan ji bo tespîta DNAyê û lêkolînê şandibûn Saziya Tibê Edlî. Eşya û hestiyên ku li Saziya Tibê Edlî miameleyên wan hatin temamkirin di 13ê nîsana 2016an de teslîmê malbatan kiribûn.