Ahmet Aydın
25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Sererkan Orgeneral Akar di îfadeya xwe ya dozgeriyê da got ku di roja hewldana derbeya FETO da Tumgeneral Mehmet Dîşlî wiha jê ra got, "Qûmandarê min operasyon dest pê dike, emê herkesî wergirin, tabûr û tûgay derketin rê. Hûnê qasek şûnda bibînin" û wî jî wiha bersiv da Dişli, "Ev rêya ku hûn ketinê şaş e, hûn di dahleke xedar da asê mane, hûnê cezayê bikişînin, hema qe nebe mêraniyekê bikin, kesên din tevî vî karî nekin, bêyî ku mirin û mayîn çêbe dawî li vî karî bînin, demildest vî hewldanê rawestînin." Akar wiha got, "Lêbelê min ew qanî nekir."
Sererkan Orgeneral Akar di îfadeya xwe ya dozgeriyê da got, "(Fermandarê Baregeha Jetan a 4emîn) Hakan Evrim tiştekî mîna 'heger hûn bixwazin em we bi pêşengê me yê hizrî Fetullah Gulen ra bidin xeberdan.' Min got, 'Ez bi kesî ra xebernadim.' Piştra ji xeynî Akin Ozturk yên mayîn ji odê derketin."
Sererkan Orgeneral Akar di îfadeya xwe ya dozgeriyê da got: "Dema ku ji min xwestin ez qaşo metna danezanê îmze bikim û xwestin ku ez bixwînim, min destê xwe neda metnê. Heta dema ku ji min ra xwendin, min girîngî nedayê, min tinazê xwe pê kir. Heta navê cuntayê wek Yurtseverler Bîrlîgî di hişê min da maye, lê navê wê danîne Yurtta Sulh Konseyî. Hêrsa min hîç derbas nebû. Negotin ku ew konsey ji kê pêk tê."

Sererkan Orgeneral Akar di îfadeya xwe ya dozgeriyê da got, "Ez bawerim daner û cibicîhkarên plana hewla derbeyê, endamê wê rêxistinê ne. Sedema serekî ya vê harbûniya wan ew e ku zanîbûn me destexebatên paqijkirinê dabûn destpêkirinê, fêmkirin wê di şêwra meha tebaxê da derbeyeke mezin bixwun."