Türkan Tosun
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ANKARA
Midûrê Giştî yê Karên Avê yê Dewletê Murat Acu daxuyand ji bo neqilkirin û parastina berhemên dîrokî yên li Hesenkêfê îhale wê heta dawiya nîsanê bên kirin û di Bendava Ilisuyuyê de komkirina avê jî wê piştî îhaleyan dest pê bike.
Acu der barê Bendava Ilisuyuyê û berhemên li navçeya Hesenkêfê yên ku divê ji herêmê bên neqilkirin û parastin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Acu bi bîr anî ku Tirbeya Zeynel Begê ya di çarçoveya xebatên parastina berhemên dîrokî da ji bo di bin Bendava Ilisuyê da nemîne bê xisar hatibû neqilkirin.
Midûr Acu got tirbe li Qada Parka Çandî ya Nû ya Hesenkêfê hatiye bicihkirin û wiha dewam kir: "Ji bilî vê 6 berhemên din jî wê bên neqilkirin, 2 berhem jî wê li cihê xwe bên parastin. Îhaleya neqilkirina Mizgefta Kizlarê wê di 7ê adarê de çêbibe. Îhaleya neqil û parastina berhemên din jî wê di dawiya meha nîsanê de çêbibe. Armanc ew e ku di nav sala 2018an de xebat bên temamkirin û êdî di Bendava Ilisuyuyê de av bê komkirin.
Acu der barê hêz û girîngiya bendavê de bi hûrgilî agahî da û wiha axivî: "Bihayê çêkirina bendavê teqrîben 8,5 milyar e. Ji hêla fîzîkî va me di bendavê de ji sedî 96 xebat temam kir. Piştî hezîranê wê xebatên komkirina avê dest pikin. Bi vê bendavê va li herêmê ziraet, masîgirî, xebatên serayê, gihandina behîvan û turîzm wê pêşva here."