BÎTLÎS
Li Bidlîsê bi xebatên Wezareta Werzîş û Ciwaniyê, Navenda Perwerdeyê ya Werzîşê dê vebe.
Midûrê Bajêr yê Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê Muzaffer Gûven daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di navenda werzîşê ya ku dê vebe de 80 werzîşvan dê perwerdeyê bibînin.
Gûven ragihand ku wan ji navenda bajêr û çend navçeyan 80 ciwanên jîrek tespît kirine û dê wan ciwanan ji bo pêşerojê amade bikin û wiha axivî:
"Di vê Navenda Perwerdeyê ya Werzîşê de dewlet dê ji bo kaşik, atletîzm û gulaşê alikariya van ciwanan bike û heta perwerdeya wan a lîseyê biqede dê ji hêla xwarin û alavan piştgiriyê bide van 80 werzîşvanan. Du sê mehan carekî hîndekar dê ji hêla tenduristiyê ve werzîşvanan qontrol bikin û bi vê xebatê ciwanên zîrek dê derkevin holê. Dema dibistan vebûn zarok dê werin navenda perwerdeyê û jê sûdê werbigirin. Ji bo werzîşvanan xwarinên taybet dê bên çêkirin û ji hêla pisporên tenduristî ve jî kaloriya xwarinan dê bê pîvandin."
Gûven diyar kir ku ji saya vê navendê li bajêr kaşik, atletîzm û gulaş dê di nav ciwanan de pêş bikeve. Gûven sipasiya malbatên ku zarokên xwe şandine navenda perwerdeyê jî kir.