Pêşbirka di navbera Beşîktaş û Çaykur Rizesporê ya ku lîga Spor Totoyê 0-0 qediya.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 0 û 0 bi dawî bû.
Bi tenê jinan û zarokên ku temenê wan 12 salan biçûktir pêşbirka Beşîktaş û Çaykur Rizesporê temaşe kir. Di nîva duyem de jî tîman gol neavêtin û pêşbirk 0-0 bi beranberiyê qediya.
Alîgirên Beşîktaşê li "Cezafestê" hatin cem hev
Ji ber bûyerên di derbiya Galatasarayê de qewimîbûn Bêşîktaşê ceza xwaribû ku 4 pêşbirkan bê temaşevan bilîze, Alîgirên Beşîktaşê yên bi navê "Çarşi"yê ji bo ku piştgiriyê bidin kulûba xwe li Parka Kûçûkçîftlîkê çalakiya "Cezafestê" li dar xist.
Alîgirên ku nikaribûn pêşbirkê li Stada Olîmpiyatê ya Atatûrkê temaşe bikin bi vê çalakiyê hatin cem hev.
Qasî hezar alîgirên Bêşîktaşê qada çalakiyê bi al û posteran ve xemilandin. Heta ku pêşbirk dest pê bike Alî Altay, Bîrol Can ve Seda Ûren û Cezayî konser dan.
Alîgiran di çalakiyê de ji bo alikariyê stand amade kirin. Ji bo Melîsa 7 salî ya ku nexweşa losemiyê ye û ji bo dibistanên gundan pere, alavên dibistanê û cil û berg berhev kirin.