ÎSTANBUL
Fenerbahçe di Lîga Şampiyonan a ÛEFAyê de ji bo tûra play-offê dê bi Arsenalê re bileyîze.
Pêşbirk dê sibê li qada Şukru Saraçoglûyê, di saet 21.45an de dest pê bike.
Hakemê pêşbirkê jî Gîanlûca Rocchiyê îtalyayî ye.
Fenerbahçe beriya vê pêşbirkê, di hefteya ewil a Lîga Super a Spor Totoyê de li hemberî Torkû Konyasporê 3 û 2 têk çû.
Di hefteya yekemîn a Lîga Premîerê ya Îngilîstanê de Arsenalê jî wekî Fenerbahçeyê têk çû. Arsenal li qada xwe li hemberî Aston Vîllayê 3 û 1 têk çû.