ANKARA
Galatasaray di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi Real Madrîdê re hat hemberî hev û 4 - 1 têk çû.
Golên Real Madrîdê di deqîqeyên 37 û 51an de Bale, di deqîqeya 63an de Dî Marîa û di 81an de jî Îsca avêt. Gola Galatasarayê jî Ûmût Bûlût avêt.
Galatasaray li Madrîda paytextê Spanyayê li hemberî dijberê xwe 4 û 1 têk çû.
Real Mardîdê pûanên xwe kir 13 û Galatasaray di 4 pûanan de ma. Heke di pêşbirka dawîn a komê de Galatasaray dijberê xwe Jûventûsê têk bibe, Kopenhag jî têk biçe û yan jî beramber bimîne wê demê Galatasaray dikare ji komê derkeve tûra ser.
Di pêşbirka Komê ya din de jî Jûventûs û Kopenhag hatin hemberî hev. Jûventûsê dijberê xwe 3 - 1 têk bir, bû xwediyê 3 pûanan û piştî Real Madrîdê di komê de xwe di rêza duyemîn de bi cih kir.
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de koma Byê
TÎMÊN KOMÊ N* S* B* T* GA* GX* P*
-----------------------------------------------------------------
1-Real Madrîd 5 4 1 0 18 5 13
2-Jûventûs 5 1 3 1 9 8 6
3-Galatasaray 5 1 1 3 7 14 4
4-Kopenhag 5 1 1 3 4 11 4
*Ravekirina daxûyaniyên kurt:
Nîvendî
Serkeftin
Beramberî
Têkçûn
Golên Hatine Avêtin
Golên Hatine Xwarin
Pûan