TÎRAN
Di koma Iyê ya Jibartina Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an de Sirbistan û Arnewidistan derketin pêşbirkê û di deqîqeya 44an de bûyer derketin. Piştî bûyeran pêşbirk hat betalkirin û li ser vê yekê arnewid derketin kûçeyan.
Arnewidên Arnewistanê û yên Kosova û Makedonyayê li ser betalkirina pêşbirkê derketin kûçeyan û bi dirûşmeyan ve piştgirî dan Tîma Neteweyî ya Arnewidistanê.
Li Arnewidistanê komeke qerebalix li Kolana Tîranê civiya û slogana "Arnewidistana Mezin" avêt.
Heman dîmen li çar aliyên Kosovayê û li bajarên ku arnewid lê dijîn yên li Makedonyayê jî hatin dîtin.
Wek mayîn jî li bajarê Mîtrovîtsaya ku bakurê Kosovayê bûyerên piçûk derketin. Li Mîtrovîtsayê sirp û arnewid bi hev re dijîn.
Di deqîqeya 44an ya pêşbirka Sirbistan û Arnewidistanê de bi firokeyeke ku ji dûr ve tê kontrolkirin ve alaya Arnewidistanê, wêneya Îsmaîl Kemalê ku di sala 1912an de serxwebûna Arnewistanê îlan kiribû û nexşeya ku Kosova jî li ser Arnewidistanê tê nîşandan danîn orteya qadê. Li ser vê yekê di pêşbirkê de bûyer derketibû.
Hin alîgirên sirpan meşale vêxistin û peyayê qadê bûn li ser vê yekê hekem Martîn Atkînson pêşbirk da sekinandin û çû hundir paşê jî pêşbirk betal kir.