Spor

Tîma Îdirê hewl dide ku derbasî Lîga Superê bibe

Hüseyin Yıldız, Erdal Yalçın  | 18.09.2024 - Rojanekırın : 19.09.2024
Tîma Îdirê hewl dide ku derbasî Lîga Superê bibe

Iğdır

Kluba Futbolê ya Alagoz Holdîngê ya Îdirê ya ku havînê bi 20 transferan va navê xwe da behskirin û bi tesîs, stadyum û binesaziya xwe va balê dikşîne, dixwaze bibe şampiyonê Lîga 1emîn a Trendyolê û derbasî Lîga Superê bibe.

Tîma bajarê herî rojhilatê ya Tirkiyeyê Igdir FK di nav 4 salan da ji Lîga 3yemîn derbasî Lîga 1emîn bû.

Tîma ku rengê wê kesk û spî ye di Lîga 1emîn a Trendyolê da hefteya 5emîn a sezonê bi 10 puanan va di rêza duyemîn da bi dawî kir.

Havînê di heyama transferê da tîmê futbolîstên ku di tîma Lîga Super û Lîga 1emîn û 2yemîn da dilîzin û futbolîstên ji dervayî welêt li koma xwe zêde kir.

Ji bilî Îdirê ji Qers, Erdexan, Agirî û Wanê jî piştgiriyeke mezin ji bo tîmê heye,.

Rêvebir, futbolîst û alîgirên tîmê xeyalên Lîga Superê dikin.

- "Înşallah em ê bi ser bikevin"

Rahêner Yalçin Koşukavak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi armanca ku bibin şampiyon beşdarî pêşbirkan dibin.

Koşukavak diyar kir ku her kes şampiyoniyê dixwaze û wiha got: "Bi taybetî serokê me Canturk Alagoz pir dixwaze. Sezonek heye, em hê di destpêkê da ne. Em ji bo ku wê pêk bînin li vir in. Ev ne hêsan e, armanceke zehmet e. Ji bo serkeftina vê armancê, hem ez û hem jî futbolîst em ê li gorî vê tevbigerin, înşallah em ê bi ser bikevin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.