Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê nêzî 25 hezar kes ji bo neqla lebatan bendêne ku dor bê wan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Wezaretê bidesxist, 21 hezar û 768 kes ji bo gurçik, 2 hezar û 122 kes ji bo pişika reş, 532 kes ji bo dil, 249 kes ji bo sipîl, 39 kes ji bo pişikan, 4 kes ji bo devika dilê û kesek jî ji bo rûviya zirav li hêviya neqlê ne.
Bi tevahî 24 hezar 715 kes ji bo siheta xwe li benda lîsteya neqlê ne ku dor bê wan.