SAMSUN (AA) - Li zanîngeha Marmarayê seroka beşa xwedîbûn û parêzê Prof. Dr. Funda Elmacıoglu da zanîn ku di hewaya germ de xurek zêdetir xerab dibin û ji ber vê yekê jehrketin jî zêde çêdibin.
Di daxuyaniya ku Elmacıoglu da nûçegihanê AAyê de got ku bi demsala havînê re dinya jî germ dibe bi vê yekê re hin pirsgirêkên tenduristiyê ji peyda dibin. Her wiha li gor zêdebûna germahî û nêmê germahiya laş jî zêde dibe ji ber wê jî metabolîzma xwe adapteyê vê rewşa nû dike.
Elmacıoglu got: "Di mehên havînê de tansiyona bilind, netêrbûna dilkutkê, nexweşiyên dilî yên koroner zêde dibin. ji bilî van ji ber ku xwêdan zêde dibe, av û mîneral gelek xerc dibe. Di encama wê de jî hin nexweşiyên mîna hesta xeriqînê, dillihevketin, sergêjî jî tê dîtin. Bi taybetî di pitik û zarokan de (Îshal) zêde çêdibe.
- Bakterî zû zêde dibin
Elmacıoglu piştî ku bi taybetî li ser jehrketinên ji xurekan rawesta, xeberdana xwe wiha domand: "Mirov di van mehan de divê xwe ji xwarinên ku servekirî tên firotin dûr bigire. Xurekên ku zû xerab dibin divê zêde servekirî nemînin."
Elmacıoglu hişyar kir ku sedema hin nexweşiyan jî xwedîbûna xelet e. Piştî vê hişyariyê Elmacıoglu wiha pê de çû:
"Di mehên havînê taştê danê herî girîng e. Di taştê de divê penirê kêmrûn, zeytûn û sewzeyên taze hebin û di şûna vexwarinên bikafeîn de jî, divê şîr, avmeywe, ixlamûr, ava şîlanê û çaya nebatan bê bikaranîn. Divê mirov ji xurekên birûn û yên ku di rûn de tên sorkirin dûr bisekine. Ji bo ku tirûşa vicûdê zêde be û vicûd têra xwe wîtamîn û mîneral bistîne, divê sewze û mêweyên curbicûr bên xwarin. Divê xurekên ku şekirê mirovî dadixin û bilind dikin neyê tercîhkirin. Di şûna xurekên bişekir de nanê bikapek, miqarne, savar bê tercîhkirin baştir e.Wekî din divê şîrînahiyên şîrî, mêweyî û bestenî bê xwarin."