30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ANKARA
Nexweşiya AIDSê cara ewil di 5ê hezîrana 1981an de li Los Angelesa bajarê Amerîkayê di nav komeke hevcînsbazî de hat dîtin û di 34 salên dawîn de 34 milyon kes ji ber AIDSê mir.
Sekreterê Lijneya Rêvebirina Koma Xebata Venerolojiyê û Komeleya Dermatolojiya Tirk Doç. Dr. Kenan Aydogan ji ber Roja AIDSê ya Dinyayê ya 1ê çileya pêşîn 2015an daxuyaniyeke nivîskî da.
Aydogan got ku AIDS nexweşiyeke cidî ye û hê aşiyeke ku vê nexweşiyê ji holê rake nehatiye dîtin.
Aydogan daxuyand ku teşxîsa zû di vê nexweşiyê de gelekî girîng e û wiha axivî: "Di sala 2013an de jê 240 hezar zarok bi giştî 2.1 milyon nexweşên AIDSê hatin tespîtkirin û bi giştî milyon û nîvek kes ji ber vê nexweşiyê mir. Di sala 2014an de jî li giştiyê dinyayê jê 220 hezar zarok bi giştî 2 milyon nexweşên nû hatin tespîtkirin û milyonek û 200 hezar kes ji ber vê nexweşiyê mir.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê û Bernameya Hevpar a Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) di nav 34 salên dawîn de 34 milyon kes ji ber AIDSê mir.
- "Li Tirkiyeyê heta dawiya sala 2014an di 9 hezar û 582 kesî de virusa HIVê hat tespîtkirin"
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê heta dawiya sala 2014an di 9 hezar û 582 kesî de virusa HIVê hat tespîtkirin. Tê texmînkirin ku heta dawiya sala 2015an ev hejmar wê bibe 11 hezar. Di nav 4 salên dawîn de zêdebûna nexweşan balê dikşîne.