Di raporê hat diyarkirin ku li seranserê dinyayê tedawîkirina AIDSê zêde bûye û ji bo tedawiya vê nexweşiyê jî gelekî pêşve çûne.
Li gor raporê li dinyayê nêzî 35 milyon û 500 kes ji ber vîrûsa HIVyê nexweş in û mirinên ku ji ber vê nexweşiyê pêk dihatin li gor salên berê kêmtir in.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber vê nexweşiyê di sala 2005an de ji 2 milyon û 300 hezarî zêdetir kes mirin. Di sala 2011an de milyonek û 700 hezar kes, di sala 2012an de jî milyonek û 600 hezar kes ji ber vîrûsa nexweşiya HIVyê mirin.
Pisporan diyar kir hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine par 2 milyon û 300 hezar kes kêm bû û di 2011an de ev hejmar 2 milyon û nîv bû.
Li gor raporê par li welatên feqîr û welatên ku pêşve diçin 9 milyon û 700 hezar kesî derfeta tedawîbûnê bi dest xistin û ev hejmar li gor sala 2011an ji sedî 20 zêde bû.
Hat diyarkirin ku ji sala 2001an vir ve her sal hejmara kesên ku nû bi vê vîrûsê nexweş dikevin ji sedî 33ê kêm bûye û ev jimar ji bo zarokan ji sedî 52 ye.