19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
BİTLİS
Li Bitlîsê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 6 terorîst hatin kuştin, 5 stargeh hatin îmhakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyê ya Herêma Bitlîsê va di çarçoveya operasyonên zivistanê yên dijî terorîstan da li gundên Başmakli, Balcilar û Ilicakê operasyon hatin lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Di esnaya operasyonan da 14ê meha çile di encama pevçûneke germ da 6 terorîst hatin kuştin. Herwiha 5 sitargeh hatin jinavbirin û konjaleke nêçîrê hat dagirtin. Li ser terorîstên kuştî û di nava sitargehan da 5 keleşkof, tivingeke nîşanê, 2 bombeyên destî û hejmarek gelek teqemenî, muhîmmat û dokumentên rêxistinî hatin desteserkirin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku heta terorîst bi tevahî nemînin wê Fermandariya Cendirmeyê ya Herêma Bitlîsê di operosyonên xwe da berdewam be.