Haydar Şahin
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
BITLÎS
Hat ragihandin ku li Bidlîsê cara ewil emeliyata tamara mirinê hat kirin.
Alî Aktaşê 85 salî serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê xist û hat muenekirin. Di mueneyê da hat tesbîtkirin ku tamara mirinê (Karotîs) xitimî ye. Piştî dermankirina ku mehekî dewam kir Aktaş hat emeliyatkirin û rabû ser xwe.
Cerahê dil û tamaran Berk Arapî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê cara ewil emeliyateke wiha kirin.
Arapî ku xetereya wê hebû, lêbelê emeliyat bi serkeftî hat temamkirin û wiha pê da çû:
"Tamara mirinê yê aliyê rastê ji sedî 95 xitimî bû. Rîska wê mezin bû lêbelê me Aktaş hilda emeliyatê û ciyê xitimî paqij kir. Me paşê nexweşê xwe hilda beşa nexweşiyên giran. Qasî 2 rojan di wê bêşê da ma û me paşê ji wir jî derxiste serwêsê."