25 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li girê Kelyaniyê ji bejahiyê û asîmanî operasyon kirin. Li gor agahiyên ewil di operasyonan de 6 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê îro saet navbera 09.05 û 09.45an li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li girê Kelyaniyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi balafirên şer ve operasyonek kirin.
Di operasyonê de du mewziyên çekan, stargehek, du şikeft hatin îmhekirin. Li gor tespîtên ewil 4 terorîst hatin kuştin.
Ji hêla din tîmên Fermandariya Tugayê yên Qomandoya 2yemîn jî li girê Kelyaniyê di saet 06.30an de operasyon kirin. Di pevçûnê de 2 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li giştiyê Hekariyê hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihîşte 314an û operasyon dewam dikin.